Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku Serokwezîrê berê yê Japonya Shinzo Abe piştî kuştinkarîyekê canê xwe ji dest da.

Reutersê da zanîn ku mirina Abe li Japonya, ku li wî welatî tundûtûjîya sîyasî kêm e, şaşmayîneke mezin çêkiriye.

Medya Japon dide zanîn ku zilamekî li Nara ya li rojavayê Japonya, ji paş ve sîlahaa berika xwe derxistiye û li Abe xistiye.

Ji salên 1930î vir ve cara pêşî serokwezîrekî Japonya bi kuştinkarîyê canê xwe ji dest da.

Karbidestên nexweşxaneyê didin zanîn ku Abe jiber hindakirina xwîna zêde miriye.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida kuştinkarî bi tundî şermezar kir.

Polîs dide zanîn ku ser kuştinkarîyê bergumanekî 41 salî hatiye girtin.

Bergumanê bi navê Tetsuya Yamagami ji polîs re gotiye ku ew ji Abe ne razî bûye loma wî xwest Abe bikuje.


Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).