Êzîdîyên herêma Efrînê ku li penageha Şehba derbider in, cejna Êzî pîroz kirin.

Civata Êzîdî di şeva cejnê de mûm li ber gorên cangorîyan vêxistin û di sibehê de serdana goristana li gundê Ehrezê yê herêma Şehba kirin û şîranîya îdê li hev belav kirin.

Êzîdîyên Efrînî ku ev îda çarê ye dûr ji gund û mezargehên xwe pîroz dikin, niyazên xwe anîn ziman ku hêvîya wan vegera Efrînê ye û jinû ve li cîhên xwe yên pîroz pêşwazîya cejnê bikin.

Herwiha, wan xwest binpêkirin û zêdegavîyên li dijî Êzîdîyên li Efrînê dawî bibin, ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve, ola Îsalmê li Êzîdîyan ferz dikin, mizgeftan li gundên wan ava dikin û mezargehên wan yên pîroz dirûxînin.

Tê zanîn ku bawermendên ola Êzîdî berî cejnê 3 rojan di nava 3 hefteyên pey hev de rojîyan jibo Şêşemis, Xwedan û Êzî digirin û roja çarê dikin cejn ku Înîya yekê ji meha Berfanbarê li gor salnameya Şerqî ye.

Herwiha hêjayî bi bîr xistinê ye ku li herêma Efrînê 23 gund û civatên Êzîdî hene, lê jiber destdanîna Tirkîyê ser Efrînê Êzîdî weke piranîya gelê herêmê hatin koçber kirin.

Niha bi sedan malbatên Êzîdî li Şehba bi cîh bûne û li vê derê ew cenj û rojên xwe yên pîroz vedijînin.


https://www.dengeamerika.com

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).