Emmanuel Macron li gorî encamên destpêkê di hilbijatinên îro Yekşemê de piştî serkeftin bidest xist û hevrika xwe Marine Le Pen têkbir cardî bo serokê Fransa.

Bi vî awayî Macron piştî 20 salan dibe yekmîn serokê Fransa ku di 2 xulên serokatiya Fransa de serdikeve û serokatiyê qazanc dike.

Li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, Emmanuel Macron yê (44)salî rêjeya 58,2% ya dengan bidest xistin li hember 42% ya dengên ku hevrika wî Marine Le Pan ya (53) salî bidest xistine.

Di rapirsî û ankêtên rojên derbazbûyî de derket bû holê ku Macron rêjeyk kêm li pêşî berbijara neteweparêza rastgir Marine Le Pen'ê ye.

Analîst weha dibînin ku navûbangiya Marine Le Pen ji bo gelek dengderên Fransî ciyê dudiliyê ye ji ber bûçûnên wê yên rastgir, her çende wê hewil da ku navûbangiyek baş bidest bixe û siyaset partiya xwe ya Komela Niştîmanî ya ku serokoatiya wê dike nerim nîşan bide.

Di gera yekê ya hilbijartinan de Macron 28% ya dengan bidest xist bûn li hember 23.15% ya dengan di berewendiya berbijara rastgir Le Pen de bûn.


Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).