Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz dema bicivin dê ser girjîya Rûsya û Ukrayna danûstandinê bikin.

Scholz dê di hefteya pêş de serdana Washingtonê bike.

Reutersê ji zarê karbidestekî Alman da zanîn ku Scholz û Biden dê ser G7 û Çînê jî biaxifin.

Wî karbidestekî dîyar kir ku Almanya û Amerîka jiber gumana ser Rûsya ya bo dagirkirina Ukrayna derbarê lîsteyeke toleyan danûstandinê dikin.

Karbidestê Alman da zanîn ku ew bi Fransa re jî ser toleyên gumankirî yên dijî Rûsya diaxifin.

Çaverê ye Scholz roja Duşemê li Washingtonê be.

Li ber e ku Scholz piştî serdana Washingtonê here Kîev û Moskowê jî.

Medya Alman dide zanîn ku Scholz dê 14’ê Sibatê de here Kîevê û roja din jî derbazî Moskowê bibe.


Kanî : Dengeamerika


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).