Kompanîya Yahoo îro Sêşemê ragihand ku ew jiber aborîya dijwar û rewşa qanûnî plan dike ku hemû karên xwe li Çinê bi dawî bîne.

Kompanî di daxuyanîyekê de got ku xizmetên wê li Çînê, bi destpêka yekê meha 11an ve edî li vir nemîne.

Di daxuyanîyê de Yahoo herwiha got, ewê mafên bikaranînerên xwe û înternetekê azad û bê pere biparezê.

Vekîşina kompanîya Yahoo ji Çînê di demekê de tê ku Qanûna Parastina Zanyarîyên Şexsî yên Mirovan yeke meha 11anê de çalak bû.

Hejayi gotineyê ku bi we zaginê, qeydkirin û tomarkina zanyariyên şexsî yên mirovan ten sînordar kirin.

Kompanîya Yahoo, di sala 2015an de ofîsa xwe ya li Beijingê girtibû û vekişîna niha ya ji Çîne sembolîk e jiber ku malpera kompanî û xizmeten din yên we li Çîne hatiye asteng kirin.

https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).