Helbestvan Kamîran Hersan ku li Siwêd dijî, ji demek dûr û dirêj ve helbestê dinvîs e. Li gor gotina wî helbest cîhanê ji mejî re dike buhişt û ji giyan re dike lîs. Nivîs ronahiyê dinava wî de di aferîne lewra ew nikare vê bangê piştguh bike ji ber ew ji kûrahiya giyanê wî dertê.

Gelek dîwanên Hersan yên helbestê hene ji wan yên ku bi zimanê Erebî çap bûne "Zirav kor wek lîstokan" û "Stêrkên ji nava wê" herweha berhemin helbest û romanê jî amadene li benda çapêne.

 Di warê wergerandina helbestê ji zimanê Siwêdî de, xebatek Hersan ya berçav heye ji wan berheman: "Rêya biyanekî": hilbijardeyên ji helbestên helbestvanê Siwêdî Gonar ÎKÎLOF, ev wek pirtûkekê bi kovara El Dewha re hatiye weşandin, û "Gerestêrên Sihirbaz" ewjî wergerandina hin helbestên ji zimanê Siwêdî, ku weşanxaneya El Feysel weşandi bû. Herweha hilbijardeyên ji helbestên Tomas TRANSTIRMER ku weşanxaneya Dar Mozayîk weşandi bû.

Ji zencîra hevpeyvînên malpera "Ramîna Niyûz" bi afrîner, torevan, helbestvan û hunermendên ji Sûriyê û seranserî cîhanê re, rojnamevan Ebdela Mîzer bi rêka Masincerê ev hevpeyvîn amadekir û di nav felsefeya Kamîran Hersan ya helbest, nivîs û jiyanê de wisa gotûbêj çê bû:

Helbest çiye? Tu çi jê dixwaze û ew çi ji te dixwaze ?  Rastiya têkiliyê dinavbera we de çiye? 
Helbest gurzek ji kulîlkê zeviyên rengîne, yên ji mêrgên gotinan hatine çinîn, asîmanekî fereh bi perdeyên reş ku stêrkên ez dixwazim xwe biwangînim têde diçirisin êdî ez wan li ser kaxezan çap dikim, ev şêwaz xweşyê didin min û ez diyarî dilê xwe dikim. Helbest dil dixwaze da kevirên pîroz diyarî min bike lewra jî têkiliya dinavbera me de nekêmî têkiliyên stêriknas bi stêrikan re ye, ku dûrbêna xwe li ser bilindahiya hestên di giyanê mirovan de datîne da ku xezîneyên axgirtî daweşîne û nependiyên veşartî di kûrahiya mejiyên mirovan de derxîne û berdestî wan bike.

Çi dike hest li ba te bilive da tu dest binivîsa helbestekê bike?

Tişta ku têlên helbestê li ba min dilivîne; rawestandina di bêdengiyê de dema ku hiş dinav gotinan de dijene, û hest û dîmenan bi xeyalan re ber bi cîhaneke bedewtir ku ava wê zelaltir û mêweyên wê xweştir, ciyê go mejî di nav ramanan de diliv e, û cerg bi hestan re di nav gotinan de direvîne. Bi hin gotinên din; "ez helbestê dinvîsim ji ber ew cîhanê ji mejî û giyan re dike buhişt". 

Çi bandora cih li ser felsefeya tey helbestê heye? Û jiyana te li Siwêdê bandora wê li ser te çawa ye?

Helbestvan kurê cihê xwe ye, û xeyala wî  ji xeyalên surişta wî cihîne û herdem ew dixwaze bi ramanan xwe bavêje nava sînorên heman cihî.
Ez di gencîniyê de kurekî gundî bûm lê paşê ez bûm kurê bajêr, min seredana gelek bajaran kir, paşê min ji wan bardikir lê herdem min bexçikek mişt ji wan bi xwere hildigirt, min gelek mifa ji hemî serpêhatiyên xwe yên li wan bajaran di jiyana xwe de dikir, nemaze ji hêla toreyî ve. Piştî zarokiyeke germ li ber destê kalikê minî dilzîz, gencîniya jiyanê ez ber bi telesiyên xwe ve birim, min li gel xewn û dîmenên zarokiyê çentekî biçûk hilgirt li gel havîneke şevên wê yên naçin jibîr, û min berê xwe da welatê "VAKÎNG" Siwêda ku ez fêrî zimanê jiyanê yê sar kirim piştî ku bicomerdî hêzeke xurt da min ta ez bûm helbestvanekî ku yek caran jiyan jêre digirnijî û gelek carên din pişta xwe dida yê. Min li Brayrun û Bitrisborg xwend, û gelek salan ez li Stokholm û Ebsala niştecî bûm, bajarên ji berf û qûmê gelek tişt dan min û gelek tişt ji min jî standin. Tişta ku kirî ez bi zehfî binvîsim ew bû ku jiyana min ji dîtina ronahiyê ber bi dîtina ronkirinê ve çû piştî ku min nema dikarî bi herdû çavên xwe bibînim. Di vê taristanê de dilê min ket şûna heyvê de û ronî da jiyana nivîsên min her cara ku min dest binivîsê kir. 

Li gor dîtina te alavên helbesta serkeftî çine?

Tişta ez ji helbestê dixwazim ku binazdarî bê nivîsandin û ji xwendevan re hasanî têgihiştinê be; bejin bilind be wek qama jina ku hest û wijdanê te bidest bixe. Li vir dixwazim ku helbest xwe azad bibîne ne baskokirî û bê aşop û çenk girêdayî bimîne; wek helbestvan dibêje: ev dapoş yê min tenê ye, ev darbest ya mine û hew, nabe kesek nigê xwe têde dirêjke.

Tê zanîn ku her helbestvanek şagirtê mamoteyekî mezine tu kê ji xwe re wek mamoste dibîne?

Bê guman her torevanek dikeve bin bandora pêşiyan. Helbestvan ji bîranînê helbestên pêşiyan tûrikê xwe mişt dike û ji hizr û ramanên xwe lê zêde dike.

Li ber qiraxa helbestê di destpêka gencîniyê de Cubran Xelîl CUBRAN ez dîlê baskên xwe yên şikestê kirim, paşê BINBIYÊH bi zaniztiya felsefeya xwe ez hembêzî sînga xwe kirim. Lê piştî demekê ez bi pêpelûkên Selîm BEREKAT ve hilkişiyam jor da ez ji hevok û helbest û gotinên wî cihê go tenê bazên mîna BEREKAT lê bi cih dibin nas bikim. Ez wekû hemî nifşê wê demê ketim bin bandora wî da ji wî fêrî firandinê bibim, me hin ji çirawîskên wê stêrkê bi destên xwe girtin û di wê rêkê de meşiyan. Bandora gelek helbestvanên ku di rêya min de bûn stêrk li ser min çê bû wek torevanê Siwêdî yê sûfî "Gonar ÎKÎLOF" û helbestvan "Tomas Tran STROMER" yê Nobil bi dest xistî. Min hin ji berhemên wan yên hilbijartî wegerandin zimanê Erebî wan ronahî li ba min renge reng Kirin.

Di dema KORONA de te çi mifa bi xwendin an bi nivîsê ji parastina tenduristî kir? 

Tiştek bi navê parastina tenduristî li ba me tune bû, tenê ji hevdûrxistina civakî bû wek li seranserî Siwêdê tê zanîn, herweha girtina hin dezgehên fermî û senterên werzeşê wek ya min lê werzeş dikir. 
Ez bigiştî dema xwe li mal derbas dikim û berdewam xwendinê bi zimanên ez wan dizanim dikim herweha nivîsandinê jî dikim, min di vê demê de romana xwe ya binavê "Qijalên di firin" bi zimanê Erebî ber bi dawî kiriye.

Pirojeyên tey nivîsandinê nuha çine?

Guman dikim ku ezê li wergerandinê vegerim nemaze ku min dest bi wergerandina kulîlkên helbesta Siwîdî yê nûjen kirye, hevdem hilbijardeyên helbestvanê Ayslendî "Snorî YARTIRSON" ku ez demekê dûrî ketim ji ber mijûliya min bi romanên min ve.

Çi di jiyanê de dikare te pir tore bike? 

Di be ku ez zû tore dibim lê çirûskên aciz bûna min dûr naçin û tişta herî baş pir dûm nake, wek tore bûna mendalekî ku zû jibîr dike, û eger dirêj bike tenê sedem ewe ku jiyan dadwerekî wekhevî liba wê tuneye.

Kêlîkên te hest dikir Tu ji kêfa difire li ba te hene? Ew çine?

Dema zarokiya min canê min dikarî bi hesanî bifire, bê girîngiya sedeman wisa difiriyam. Lê nuha piştî nigê me di nav teqana jiyanê de kûr çûn, zor e, sedem jî ewe ku ez pir hizran li ser milên xwe dihilgirim, tevî wê jî dibe ku çandina xweşiyê di dilê xelkê de balgihê dilxweşiyê tije pirtik bike.

Ez geşbînim min tim xwe wisa dîtiya hej henekan dikim, lê ez pir heydarim da nekevim bin bandora xweşiya bê sînor, ji ber ev yek metirsiya çûna ber bi reşbîniyê û azaran ve çê dike lewra min pir hewl daye ku ez dûrî rasteqîniyê nebim da rastî êş û azaran nebim.

Dema tu xemgîn be tu çi dike?

Xem mihvanekî giran e, baraneke ne di serdema xwe de dibare, sira ku serdemên xweşiyê dihêrifîne! Lewra ez jê direvim çi bi çûna ber bi seyranekê, yan bi gotûbêja bi hevalan re, herweha ez pêre û li ser jî di axivim da bêçar bibe û ji min biger e.
Piştî ez wî ji xwe dûr dixim paşê ez çirûskên bîrhatinên wî didimhev û bi wê tirafê dikarim li ser binvîsim.

Têkiliyên te bixwarinê re çawane...? Tu hij çi cûreyên xwarinê dike ? Xwarina tu jê hesdikê çiye ?

Ez ne pir girêdayî xwarinê me, têkiliya min pêre xweristiye wek pêwîstiya koviyan bi mêrgê ve, wek têkiliya rovî bi mirîşkên gund re, ku bi şev yekser êrîşî kozikên wan dike, ez bi roj li bazarê me û piraniya xwarinê bi şev dixum, navê xwarinê li ba min ne girîng e.

Wergêr: Lawîn ŞÊXO
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).