Ji demek nêzîk ve ji hêla weşannameyên "El Mutewesit- Îtalya" ve "Başûrî Kelha Bedlîsê" ku yekemîn pirtûka nivîskar û lêkolînerê Sûrî Rustum Mehmûd e, bi 272 rûpelan hat weşandin.

Di vê pirtûkê de Rustum li ser reseniya bûna derûnî, herweha rengê jîna ku lehengên romana wî têde dijîn baş rawestiyaye û şîrovekiriye; ji ber çîroka romanê li ser komelek xelkin ku li ser yek nîgarê dijîn û neçarin da ku li gel hev bixun û vexun lê xuya ye ku dilê kesî ji kesî re başiyê naxwaz e. Wisa derî li lehengên romana xwe vedike û hûrguliyên êş û azarên wan berçav dike.

Nivîskar kiye: 

Rustum Mehmûd: nivîskar û lêkolîner e ji bajarê Qamişlo ye, sala 1982an jidayik bûye. Guhdanê li dîrok û zanista civaka siyasî ya rojhilata navîn dike. Di vê derbarê de gelek gotar, nivîs û lêkolînên wî hene.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).