Muzîkjenê kurd Yunus Dişkaya piştî albûma 'Sazê Min Tu Bistrê' ku ji helbestên şairê Sovyeta Berê Şîkoyê Hesen hatibû çêkirin, niha bi albûmekî din "Çi Hacet" li pêşberî guhdêran e.

Hunermend Yunus Dişkaya vê carê di vê albûma xwe ya Kurdî ya şazdehan de ji şairên cuda helbestan bijartiye. Di albûmê de 14 stran cîh digirin û albûm  bi piranî ji helbestên Fêrîkê Ûsiv pêk tê.

Wekî tê zanîn Dîşkaya ji helbestên Fêrîkê Ûsiv sê albûm çêkiribûn. Dişkaya, ku berê bi du albûman deng dabû helbestên Arjen Arî, dîsa cih daye sê helbestên wî.

Di albûmê de çend helbestên navên nû ku hunermend cara ewil deng dide berhemên wan jî hene: Rênas Jîyan, Selîm Temo, Seîd Yûsiv.

 Albûm ji aliye Red Music Digitalê ve tê weşandin. Wekî hemû albûmên hunermendî yên ku heta niha hatine weşandin, awazdanîn û hemû karên muazikên stranan dîsa wî bi xwe çêkiriye.

 Albûma "Çi Hacet" di tevna xwe de şêweyên muzîkên cuda dihûne û  xuya ye dema di bergeha Kurmancî de deng dide helbesta Kurdî,  rista "Ger siya Melayî hebit me bi rozê çi hacet" ji xwe re wekî Stêrka Bakur dihesibîne.

(Rûdaw) 

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).