Şêwekarê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Emîn Ebdo, bi firçe û boyaxa xwe hest û hizrên xwe, jiyana rojane ya civaka Kurdî vediguhêze ser tabloyan.

Şêwekarê Kurd Emîn Ebdo ji temenekî biçûk ve dest bi karê şêwekariyê kiriye. Tabloyên ebdo di pêşneghên hunerî de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê herwiha li derveyî welat jî hatine pêşandan û gelek xelat bidest xistine.

Şêwekarê Kurd Emîn Ebdo dibêje “Ji biçûkatiya xwe ve min hez ji wênesaziyê dikir û min dixwest ez herim fakulteya hunerên bedew. Di sala 1979an de ez çûm fakulteya ya akademîk. Min berdewam kir heta ku min xelas kir. Ya akademîk pir derfet da me ku em hunerên xweşik, diroka wê û hunermendên wê nas bikin. Lê di civakê de pêwîstiya me gelek bi hunerê heye. Huner ji me re weke erkekî ye ku em dikaribin hestên xwe û hestên civaka xwe bikin reng bi xêzikan bidin xuyakirin.”

Di dema deshilata Beesê de li Rojavayê Kurdistsnê, wek hemû warên din ên kultûra Kurdî, hunera Kurdî jî ji aliyê dezgehên emnî yên rêjîmê ve rastî astengiyan dihat û dihat qedexekirin.

Emîn Ebdo dibêje niha derfetên wan zêdetir in ku hestên xwe yên neteweyî li ser tabloyan bînin ziman û wiha berdewam kir “Piştî vê guhertinê ya sala 2011an derfet çêbûn ku em bêtir karibin bi serbestî civaka xwe bibînin, êş û dertên me bi rihetî derxin bikin reng û xizêkan û derxin ser tabloyê. Gelek pêşangeh çêbûn di vê mijarê de. Bi rastî semîner çêdibûn berê tiştên wiha qedexe bûn. Civaka me jî pir pir ji hunerê hez dikir, bi cavên xwe dixwînin, ji ber ku ji hunerê re wergerandin pêwîst nake. Mirov bi çavan dixwîne ji ber wilo wênesazî di civaka me de gelek giring e, çi peyker be çi wênesazî be û çi jî tablo bin.”

Niha Emîn Ebdo li Akademiya Hunerên Cuwan li Zanîngeha Rojava ya ser bi Rêveberiya Xweser ve wek mamosteyê hunerên cuwan kar dike û dibêje ew dixwaze ezmûna xwe ya hunerî veguhêze nifşên pêşerojê.


Jêder: Rûdaw


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).