Romana Derzîya Tirsê ya romannivîs Heysem Hisên ji nav weşanên AVAyê derket. Ji erebîyê Besam Mistefa bo Kurmancî wergerand.

Romana Derzîya Tirsê behsa kîndarî û dilreşiya komîserhevbûyî li Sûriyê dike ku bû yek ji sedemên gurbûna şer li wî welatî. Herweha behsa rola hin kesên Sûrî di şerê navxwe yê Libnanê de dike.

Bi navê weşanger li ser berga piştê ya vê romanê, weha hatiye nivîsîn: “Derzîya Tirsê gelek babetên têvel û tevlihev di gelek xalan da bi kûrahî behs dike û li dijî çanda tundîtîyê xwedîya bersivine tûj e. Di Derzîya Tirsê da tolhildana ji dîrok, civak, ji serlehengan û ji xwe bi xwe jî gelekî aşkere û dîyar e. Gelek xêzên sor tê da binpê dibin, ku ew jî bi xwe pirsgirêkên bêçare yên ku çarçoveya civakî, olî û sîyasî çandibûn, destnîşan dike. Di paşûla Derzîya Tirsê da gelek mijarên nuxamtî hene, ku bi hêsanî sedemên gurkirina şerê li Sûrîyê dîyar dikin.”

Derzîya Tirsê cara yekem bi zimanê erebî sala 2009an, hevdem ji nav weşanên Dîfaf li Beyrûtê û Îxtîlaf li Cezaîrê derket û bû sedema gelek gengeşî û danûstandinan.

Heysem Hisên romannivîs û rexnegirekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku niha li Brîtanyayê dijî. Di sala 1978 de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ta niha sê roman bi zimanê erebî afirandine. Herwiha di warê rexneya wêjeyî de, 3 pirtûkên wî hatine çapkirin. Heysem pirtûkek ji kurdî wergerandiye erebî.

Berî Derzîya Tirsê, romana Heysem Hisên a “Qurbaniyên Gunehkariyê” ku sala 2009an, bi zimanê erebî derket, sala 2018an li Ameda Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Weşanxaneya J& Jê ve, bi wergera Xalid Cemîl Mihemed bi zimanê Kurdî jî derket.

 (Rûdaw) 

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).