Sendîkaya Hunermendê Sûriyê û Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê îro nûçeya koça dawiyê ya hunermend Sebah Fexrî belav kir.

Sebah Fexrî sala 1933an li Helebê ji dayîk bû, ji sala 1948an de di radyoya Sûrî de dest bi stranê kir. Fexrî bi strandina stranên fulklurî, Qidûdên Helebê, helbestên Erebî yên kevnar û sirûdan, bû yek ji alayên dengbêjiya Erebî û cîhanî û wek yek ji girîngtirîn stranbêjên rojhilat dihat zanîn.

Sebah Fexrî di jiyana xwe de çendîn post wergirtin, wek Neqîbê Sendîkaya Hunermendên Sûriyê, Cîgirê Serokê Yekîtiya Hunermendên Ereb û Rêvebirê Festîvala Stranên Sûriyê.

Sebah Fexrî di sala 1968'an de li bajarê Caracas ê Venezuelayê, bi strandina deh demjimêran bê navber li ser sehnê, rekorek tomar kir.

Sebah Fexrî gelek konsert li welatên Erebî û bajarên cîhanê pêşkêş kirin û gelek xelatên rêzgirtinê wergirtin, heta ku Misirê komeleyeke hunerî bi navê wî ava kir.

Jêder:  (K24)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).