Nivîskar Mihemed Seyid Hisên tûrek ji berhemên bi zimanê Kurdî li şûn xwe hişt û koça dawî kir. 


Nivîskar û afrînerê Kurd yê hêja Mihemed Seyid Hisên bi temenê 80ê salî roja 11ê vê Sibatê bi sedema Koronayê li bajarê Qamişlo koça dawî kir. 

Gor buhişt Mihemed Seyid Hisên yek ji heskiriyê ziman û wêjeya Kurdî bû, wî gelek pirtûkên girîng bi zimanê Kurdî li şûn xwe hiştin ji wan pirtûkên; helbest, nerîn û romanê bûn. Li gor kûrbîniya vî nivîskarê leheng zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e, lewra tekez dike ku pêwîst e her kurdek guhdan û vekolanê bi zimanê xwe li ser rewş û kêşeyên zimanê xwe bike da sax bimîne û neyê jibîrkirin.

Bi helkefta vê şîniya giran malpera Ramîna Niyûz bi dilgermî sersaxiyê arasteyî malbat, zarok, heval, û tevahiya heskiriyên gor buhişt Mihemed Seyid Hisên dike, û hêviya me ji Yezdanê dilovane wî bi buhişta xwe şake, herweha aramî û hedanê bide kesûkarên wî.
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).