Platforma Zimanê Kurdî têkildarî cezakirina Nusrettîn Maçîn, Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  ji bo gotina “Kurdistan”ê  û qutkirina axavtina bi Kurdî ya Ayşe Surucu, Parlamentera HDPê daxuyanî daye.

Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên budçeya saziyên girêdayî Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Karên Navxweyî de bi kurdî axivî bû. Di kêliya ku Surucu bi kurdî axiviye de Serokê Meclîsê mîkrofona wê girtibû û axaftina bi kurdî asteng kiribû. Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn jî ji ber ku gotina “Kurdistan” aniye ziman ceza lê hatibû birîn. 

Platforma Zimanê Kurdî bi sernava “Em Vê Helwestê Qebûl Nakin”daxuyanîyek nivîskî weşandiye û nerazîbûna xwe li dijî van kiryaran nîşan daye.

"Em mafê azadiya fikrî diparêz e!"

Daxûyanîya Platforma Zimanê Kurdî weha ye:

“Roja 8 ê meha 12 an li parlamentoya Tirkiyê budçeya salane dihate nîqaş kirin. Di vê navê re parlamenterê HDPê birêz Nusrettîn Maçîn têgeha Kurdistan bikaranî. Ji ber bikaranîna têgeha Kurdistan ceza li birêz Nusrettîn Maçîn hat birîn.”

“Dîsa di heman rûniştinê de Parlamentera HDP Ayşe Surucu xwestibû ku di nava axavtina xwe de çend gotinan bi Kurdî jî bibêje. Lê Serokê parlamentoya Tirkiyê mikrofona birêz Ayşe Surucu qut kir. Dengê parlamentera Kurd hate birin.”

“Platforma Zimanê Kurdî van herdû bûyeran şermezar dike û mafê azadiya fikrî diparêz e!”

"Welat û zimanê Kurdan hê li meclîsê qebûl nekirine"

Platformê destnîşan kiriye û gotiye, ”Ev herdû bûyer zelal nîşan didin ku welatê Kurdan û zimanê Kurdî hîna jî di parlamentoya Tirkiyê de nehatiyê serifandin. Nehatiye qebûl kirin. Nehatiye fam kirin. Hîna zimanê Kurdan û welatê wana weke ku di rastiya civaka Kurdan de heye nayê pejirandin. Heke bi rastî wê pirsa Kurdan li parlamentoya Tirkiyê were çareser kirin, weke ku hinek alî dibêjin, ma wê çareser kirin di înkar kirina Zimanê Kurdî û têgeha Kurdistan re derbas bibe? Ma wê ev ji bona Kurdan çawa çareserî be gelo? Heke hûn ziman û navê welatê me qebûl nekin, hûn ê çiyê Kurdan qebûl bikin? Heke parlamenterên Kurdan li parlamentoya Tirkîyê nikaribin bi zimanê xwe bi axivin, heke parlamenterên Kurdan nikaribin fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman, ma bila ji siyaseta we ya çewt re tenê destê xwe bilind bikin?”

“Kurd ti carî vê yeke qebûl nakin”

“Ew ên ku vê helwestê dipejirînin û bêdeng dimînin em şermezar dikin! Ev yeka hanê ji aliyê Kurdan ve tucara nayên qebûl kirin!”

Platforma Zimanê Kurdî diyar kiriye ku ew xwedî li birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu derdikeve û mafê wana ku fikir û ramanên xwe bi azadî bînin ziman diparêz e û weha gotiye, “ Zimanê me Kurdan Kurdî yê, bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxivin û welatê wana jî Kurdistan e! Birêz Nusrettîn Maçîn û Ayşe Surucu ne tenê ne, bi milyonan Kurd piştgirtiya wana dikin!” 

(https://bianet.org)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).