Yek ji hunermendên herî navdar li Efrîn ku destan û çîrokên gelerî bi gelemperî belav Kirin Cemîl Horo ye, di be ku ew navdartirîn hunermendê Efrînê be; ji ber ew xwedî stayleke taybet bû di stranên xwe de gelekî nêzîkî rengê foloklorî bû, lê bi çêjeyek Efrînî ! da Horo bibe kaniyek ji herkesê bixwaze derbasî naveroka strana Efrînî bibe li seranserî cîhanê wî deng veda, rengekî cuda û taybetmendiya serbixwe. Lewra te dikarî serê sibehê di terektora mişt ji karkerên çinîna zeytûnan li dengê Horo gudar kira, yan jî li bajarê Diyarbekir li ber deriyên nanpêjgehan li beyaniyên ku xelk ji bo nan bi dest bixin kom di bûn te dikarî dengê HORO bibhîz e, herweha li Hewlêr dema tu bi basan ji bajarekî biçe bajarekî din tu yê dengê HORO bibhîz e.

Horo dengekî nerm bi hesanî Qerar û bersiva Qerarê li ser ferehiya dengê xwe yê bi hêz bi kar tanî, lewra jî herkesî dikarî bû ji dengê Horo hes bike da di xweşî û nexweşiyan de bi her awayî li vî dengê kurdî yê resen were guhdar kirin.

Jiyana Cemîl Horo

Di sala 1934an de ji dayik bû wî sê jin anîn bavê 9 keç û kuran bû, kurekî wî binavê Piling li Lubnanê bi êrîşa balefirekê pakrewan bû, herweha di sala 1973an de kurê wî Henan yê sê salî ji hêla kesin nenas ve hat binçav kirin û paşê ew di ava çemê Efrîn de kuştî dîtin, van bûyeran xemgî di dengê HORO de bihtir diyar kirin. 
Wî li ser destê Feqe Evdê Eşe Qurana pîroz xwend û wisa dengê wî li ser bilêvkirina tîpan û xwendina Quranê fêr bû da bibe destpêka navdariya Cemîl HORO. 
Destpêka wî bi strana kurdî re di salên şêstî de ji aheng û zemawendan destpê kir. HORO li gel strangotinê karê xeratiyê jî di kir da debara jiyana xwe û malbatê bike. Hevdem wî gelek karên din jî Kirin wek birêvebirina çayxanekê li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê herweha wî xwaringehek li nik gundê Girê Selûr ava kir. Hevdem kar û rewşa siyasî ji HORO ne dûr bû ji ber ew yek ji endamê Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê bû, lewra jî gelek caran ew rastî girtin lêdan û işkinceyan bû.
HORO ji hunermendên pêşî bû ku agirê Newroz li ser çiyayê Efrînê dadan lewra ewlekariya Sûriyê ew ji xwe re Kirin armanc da neçar bibe û bireve Turkiyê û li wir wî li gel hunermenda navdar Eyşeşana Kurdî kasêteke stranan tomar kirin, di wê kasêtê de mozîkjenê navdar Arif SAX jî alîkar bû. 

Di salên şêstî de Horo yekemîn kasêta xwe weşand û piraniya stranê wê kasêtê ji folklorê deverê bûn, tê zanîn ku foloklorê kurdî bi çîrok û destaneyên xwe pir zengîn e HORO jî wek gelek hunermendên Kurd ji vê kaniya zengîn vexwar û destana" Memê Alan" ku li seranserî Kurdistanê navdar e, nêzî 2 demjimêran bê rawestandin di got. Herweha HORO destana "Fetah Beg" gotiye ev stran yek ji stranên dengbêjiyê ye, naveroka wê jî behsa şerê Kurdan û Osmaniyan bi Rûsan re dike, tê zanîn ku ev şer li ser çemê Danûbê qewimî bû. HORO karî bû bi reseniya dengê xwe van destan û çîrokan bike parçek ji çand û ramana deverê û wisa gelek çîrokên evîniyê li tariya şevên wan gundan belav bike, yek ji wan çîrokan "Meryem Miho" bû naveroka çîrokê jî xortekî perîşan bi navê Şêxo dil dikeve keça maldarekî navê wê Meryem e, ji ber rewşa Şêxo bavê Meryem wê nadiyê lewra jî Şêxo bi çolan dikeve û stranan li ser xweşik bûn û bedewiya Meryemê dibêje. Herwisa strana "Fîro" jî ku çroka wê xemgîn e û keç û xortê vê çîrokê jî bi hev şah nabin li gor HORO di stranê de diyar dike, tişta herî balkêş ewe ku xwediyê vê çîrokê ji HORO xwestiye da çîroka wî û heskiriya wî ya ku pê şah nebû bike stran û HORO jî li ser daxwaza wî wisa kir û ev stran çê kir. 
Herweha çîroka strana Hesen û pismam û destgirtiya wî Fîdan yên ji Êla Şikaka li devera Cizîrê bûn, ku piştî heft salan dergîstî man Hesen bi nexweşiyeke giran ket ta bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da Fîdana dilsoz jî li ser bîrhatinan jiyana xwe berdewam kir û bi kesekî din re dil negirt.

Ji stranên Cemîl Horo yên çîrokên gelerî ku wî strandine: " Diz" Yabo" Cebelî" "Keçika Ermenî" Tosino " Bedewê Canê " Kelha Beyazîdê"...

Herweha hin stranên evînî û civakî ku gelek ji wan gotin û awazên wîne wek: "Nayla Canê" Etarê Aşiq" Edlê û Devecî" wa Çavê Te" Helîme" Anê Wele Nakim" Aman Aman Oy Emîna" Min Salvegere" Êmo Xew Şêrînê" Li Baka Wa Bejnê, Li Baka Wa Desmalê" Lê Sîno Lê Sînemê" Min Tu Dîbû Li Banîka" Lê Meyro" Anê Ez Zanim Şivan e" Bejna Te" Mêmo Mêmoşê" Dorê Çiyayê Kurmênc" Rêka Serê" Dema Fêro" Wey Lawo" Lê Orfê" Zêno Zênebê" Qumriya Zinêr" Esmerê" û bi sedên stranên din ku dê herdem nîşana hunermendekî navdar û welatparêz û gelhez bimînin. 

Wergêr: Lawîn Şêxo
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).