Tsokamoto KONAMÎ wek yekemîn bizîşka daran li Yabanê tê naskirin wê guhdan li sedan darên girs kiriye, yek ji wan darên navdar dara Westariya ku temenê wê 130 salin, me li gulîstana Hamamatsu ya kulîlkan seredana Tsokamoto kir, li vir gulîstan nûjen bûye û alîkariya gelek ciwanên ku ji civaka xwe dûr mabûn hatiye Kirin, da têkiliyên xwe bi civakê re nû bikin.

Tsokamoto KONAMÎ li bajarê Îwata ya girêdayî şaredariya Şîzoka sala 1949an ji dayik bûye, û niha li Hamamatsu li heman şaredariyê dijî, ew wek yekemîn bizîşka daran tê naskirin, hevdem ew endezyara birêvebirina avahiyan ya hozana wênekişandina sirûştî ye, û  li Yabanê di pila herî li pêşde ye.
Di sala 1994 de gelekî navdar bû piştî çandina 4 darên Westarya li gulîstana Eşîkaxa, ku temenê her darekê 130 sal bû, paşê di sala 2013 ew bû seroka gulîstana Hamamatsu ya kulîlkan, hevdem ew seroka komela kulîlkan û naspêdana giyayên kesk li bajarê Hamamatsu . Herweha ew li seranserî welêt guhdanê li daran dike. Mêrê wê hostayê çêkirina gulîstanên Yabanî ye sê zarokên wê hene û şeş nevî.

Li bajarê Hamamatsu û bi taybetî li gulîstana wê darên berz û kulîlkên renge reng ku xweşiktirîn wêneyan tîne ber çavê mirovan! xwezayek ji buhişta li ser rûyê zemînê ye, li gor Tsokamoto dibêje xweştrîn demên salê li ba wê ji Nîsanê ta meha Gulanê ye, ji ber kulîlkên kesk pştî werzê zivistanê nû di pişkivin û paşî wê kulîlkên darên Westarya vedibin.
Ev wêneyên şêrîn tev tekeziyê li karê berfereh ku Tsokamoto li gulîstana Hamamatsu ya kulîlkan dike, ev gulîstan li nêzîkî bedena çiyayê Focî ye, ku li navenda Yabanê dikeve.
Tsokamoto ya 66 salî ji zarokiya xwe ve dest bi vî karî kiriye, ew pir ji vî karî hesdike.

Yekemîn bizîşka daran li Yabanê.
Di sala 1991 desthilata Yabanê sîstema bidestxistina bawernameya bizîşkên pispor yên taybet bi daran derxist û piştî vê biryarê bi salekê Tsokamoto ev bawernameya ku ezmûna wê pir zehmet bû bi destxist da bibe yekemîn jina Yabanî ku vê bawernameyê werdigre. 

Niha û piştî guhestin û çandina dara Westarya ya girs li gulîstana Aşîkaxa ya kulîlkan vê darê sala xwe ya 150 derbas kir. 
Tsokamoto dibêje dema ez hewariyê ji kesekî ku dara wî rastî nexweşiyekê hatiye dibhîzim, ez pêwîstiya serdana wê deverê dibînim da ez nexweşiyê nas bikim û çareseriyê bi rengekî ji rengan jêre bibînim.
Li gorî Tsokamoto dibêje berya ew bibe bizîşka daran, wê bihtir ji 100 darên girs ji cih guhestin û ji nû çandine temenê wan jî di navbera 500 ta 1000 salî bûn wê hîç carekê jî di çandina daran de şaşî nekirine, girantirîn dar Tsokamoto çandiye giraniya wê 35 ton bû Herweha ferehiya darên ku ew ji nûve di çîne ne kêmî 3 mitra ye.

Vegera li rehan

Tsokamoto qayil nabe da emrazên kîmyawî di derman kirina daran de were bi kar anîn û ya herî rast ewe ku mirov li rehê darê vegere û êşê nas bike da derman ji xwezayê bi alîkariya zanistên pispor peyda bibe. 

Girîngtirîn pirojeya ku Tsokamoto di jiyana xwe de pêk aniya veguhestina 4 darên Westarya bû ev piroje gelekî zehmet bû, gelek pisporên bajêr digotin tu carî  ev piroje bisernakeve û dema ji min xwestin da ez daran bibînim ez çûm bajarê Aşîkaxa li bakurê Yabanê û pêwîst bû ez wan daran 20 Km bi dûrxim û li gulîstana Aşîkaxa careke din biçînim û min wisa kir! Zehmetiya vê pirojê di rehên daran de bû ji ber ew 600mt dirêj bûn lewre ne bi hesanî hatin guhestin.
Di Nîsana 2013 de ji Tsokamoto hat xwestin da guhdanê li gulîstana Hamamatsu ya kulîlkan bike wê demê ev gulîstan di rewşeke pir xirab de bû, û li ber girtinê bû, ji wê demê ve ta îro jimara serdançiyê gulîstanê ji 250 hezarî bûye 500 hezar di salê de.

Tsokamoto li bin dareke Westarya li gulîstana Hamamatsu di axive (Godîr AKAY)

Dibêje: carekê xortekî ji min re got ew xwe bê paşeroj dibîne eger ew karekî li gulîstana Aşîkaxa ya kulîlkan bidest nexe, wî got ew nikare têkiliyan bi mirovan re girê de lê dema ew têkiliya kulîlkan dike ew pir kêfxweş dibe, Tsokamoto jî hişt ev xort li wir kar bike.
Piştî çend mehan ji kar Tsokamoto ji vî xortî xwest da alîkariya wan bike da dara Westarya ya girs ji cihê wê biguhêzin, wî jî bi dilxweşî alîkarî kir, û niha piştî 8 salan ji karê li gulîstanê kesek bawer nake ku ew xortê nikarî bû têkiliyan bi mirovan re girêde bê çawa hatiye guhertin ji ber Tsokamoto ew bawerî û dilsozî dayê.

Wergêr: Lawîn ŞÊXO

Wênegir: Godîr AKAY
Jêder: nippon.com
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).