Desteya Yekîtiyê ya bilind li walatê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Niheyan desthilatdarê mîrgeha Ebû Zebî wek serokê dewleta Îmarata Erebî hilbijart da cihê Şêx Xelîfa Bin Zayid ê ku duh roja Înê 13ê Gulana 2022 çû ser dilovaniya xwedê bigr e.

Şêx Mihemed Bin Zayid roja 11ê Adarê 1961ê li bajarê Ênê ji dayik bû, ew siyemîn kurê Şêx Zayid Bin Sultan Al Niheyan damezrînerê dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî ye.


Şêx Mihemed Bin Zayid xwendina xwe li navbera herdû bajarên Ebû Zebî û Ênê derbas kir, û di sala 1979an de ji Ekadîmîka Sanderhêrst ya leşkerî ya Şahinşahiya Birîtanyayê derçû. Li wir wî rahînandina li ser çekên tank û firîna asoyî û firîna tektîkî stand, paşê li mîrgeha Şarîqa ya Îmarata Erebî ew tevlî rahhînandina serbazan bû. 

Şêx Mihemed Bin Zayid gelek cih di gelek pileyên hêza Îmarata leşkerî de girtin, ji efser di parêzvanê mîrî de - hêzên zêrevan yên walatê Îmarat - ta bo pîlot di hêzên asîmanî de, û di sala 2005an de bû cîgirê serokê hêzên leşkerî yên Îmarata Erebî. Şêx Mihemed Bin Zayid xwedî nih zaroke 4 kur û 5 keç.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).