Hikûmeta Fransî ragihand ku bi armanca hevkarîya di sektora enerjîyê de, peymaneke stratejîk di navbera Fransa û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmaret) de hat îmza kirin.

Hikûmeta Fransî bi daxuyanîyekê got ku armanca hevkarî ev e ku di warên enerjîya hîdrojen, enerjîya navokî û di warê enerjîya alternatîf de, li Fransa, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û cîhên din projeyên hevbeş destnîşan bike.

Peymana navbera her du alîyan di vê demê de tê ku Serokê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Şêx Mihemed bîn Zayid el-Nahyan li Fransa seredana xwe ya fermî didomîne.

Hêjayî balkişandinê ye ku el-Nahyan piştî ku di meha Gulanê de dest bi serktîya welatî xwe kir, cara yekê ye derdikeve seredaneke fermî.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).