Pêşangeha “Herka Heyatê” ya wênegir Mem Artemetî wê li Amedê vebe. Di pêşangehê de fotografên Mem Artemetî yên ji Çewligê heta li ser sînorê Afganistanê girtine, wê werin pêşkêşkirin. 

“Herka Heyatê” yekem pêşangeha Artemetî ya şexsî ye û wê roja 12ê Sibatê li Merkezkaç Kolektif Mekanê vebe. 

Di pêşangehê de bi kuratoriya Adem Bûlûtî 20 fotografên mezin û bi dehan jî fotografên biçûk wê hebin.  

Artemetî ji Çewligê dest bi gera xwe kiriye û heta ser sînorê Afganistanê çûye. Di navbera her du xalan de Mûş, Xoy, Tewrêz, Zenjan, Tehran, Erdebîl, Meşhed, Xoresan, Ahwaz, Şûş û Kirmanşah û bi dehan bajarên din hene. Artemêt di geşta xwe de careke din vegeriyaye Çewligê. Hunermend li van deran fotograf girtine û ev fotograf wê niha di pêşanehê de werin nîşandan.

Pêşangeh wê heta 27ê Sibatê vekirî be. 

Di beşeke ji metna danasînê ya pêşangehê de wiha hatiye gotin: 

"Heyateka Seyar’ ya ku Mem gelek caran di axaftinên xwe yên rojane da bi kar tîne belkî jî gotina herî maqûl e bo vê pêşangehê. Bêwarî, bêaîdiyetî, seqamgiriya koçê, halekî hereketî yê domdar, hevaltiya rêyan, qebûliyet û razîbûna vê rewşê...

Di "Herka Heyatê" da Mem Artemêt ê ku bi makîneya xwe ya fotografan kêliyên tesîrdêr sekinandine ji jiyana hunermendekî fotografan wesîqeyên eleqe û fokûsa xwe pêşkêşî bîneran dike. Her çiqas mijara eslî ya pêşangehê "Herka Heyatê" be jî, ji aliyekî ve di vê rêwîtiyê da Mem bi rota, fotograf û selfieyên xwe yên wesîqeyên wê demê, nexşeyeka xeyalî li ber çavên bîneran radixe ku ev nexşe ji war-bajarên Mem lê gerîyayî tesele dibe. Yek ji trajedîya wênegirekî ku ji "bêwênetî"yê dinizile ji teref wêneyên rehendpiçûk -ku hema bêje li her malê peyda dibin- ve digihîjin meqsed û mirazê xwe û li ser dîwarekî spî dibişkivin.

Heqîqetek heye ku em ji jiyana xwe ya îro-ro û ji cîhana ku em lê ne cuda nînin, ev yek di pêşangeh û rotaya berbehs da xwe bi awayekî eşkere nîşan dide."

Derbarê Mem Artemetî de 

Li Amedê dijî û digel fotografan, bi sînema û edebiyatê ra jî mijûl dibe. Li Zanîngeha Çewligê lîsansa kurdî qedandiye, teza wî ya masterê li ser “Îmajên Şi’ra Fêrîkê Ûsiv” e. Di sala 2019an da li Amedê ligel hevalên xwe pêşangehek vekiriye. Pêşangeha bi navê “Herka Heyatê” pêşangeha ewil şexsî ye. Di sala 1993an de hate dinyayê, ji Artemêta Wanê ye. (FD)

Jêder: bianet

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).