Karbidestên Amerîkî îro Înê ragihand ku aktorê navdar Alec Baldwin di dema çêkirina fîlmekî de, bi şaşitî sînematografa fîlm Halyna Hutchins kuşt.

Karnidestan da zanîn ku Baldwin herwiha derhênerê fîlm Joel Souza jî birîndar kir.

Berdevkekî Baldwin ji AP re got ku bûyer di dema tomarkirina film de, li nêzî bajarê Santa Fe ya istana New Meksiko qewimî.

Berdevkê polîsên Santa Fe, Juan Rios jî got ku detektîfên wan vekolîna bûyerê didomînin.

Rojnameya The Santa Fe jî ragihand ku Baldwin ê 63 salî di nava hestiran de hate dîtin, lê wî red kir ku derheqa bûyerê daxuyanîyekê bide.

Karbidestan herwiha ragihand ku dermankirina derhêner Souza li nexweşxaneyê didome.

(https://www.dengeamerika.com/)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).