Daner û muzîkjenê Kurd Mihemed FERHA ku li Elmaniya niştecî bûye yekemîn elboma xwe ya muzîkê binavê "Heyvanê Jiyanê" weşand, ev yek piştî çend parçeyên muzîkê yên tekane ku FERHA di sallên bûrî de weşandi bûn. 

Elbûm ji çend parçeyên muzîkê pêk tê, muzîka elbomê mirovan derbasî kûrahiya bîrhatinan dike, dilxweşiya kesan bi wan bîrhatinan re vejîn dike da avjeniyê di wateyên jiyanê de bike.

Elboma nû ya hunermend Mihemed FERHA bîra mirovan dixepêre û li xweşiyên rojên bûrî digere, vê yekê li gel pîvaneke zanist dike, û dihêle hişê mirov di nav daxwaz û asîmanê alavin nûjenkirî de bigere. 

Guhdariya parçên muzîka vê elbomê te ber bi xweşiyê ve dibin, jenînek nerm bi ritmên di asoya bîrhatinan de digerin te dilxweş û dilşad dikin. 

Gewriya muzîkê 

Bi helkefta weşandina vê elbomê hunermend Mihemed FERHA di axiftineke li gel "Ramîna Niyûz" de got: herdem mirov hizir bûne û doza sermediyê kirine. Herdem hewildane û li dûv xewnên kevneşop û paşeroja xwe çûna da rastî razên jiyanê bên û xweşiya xwe bibînin çi di riya zanistiyê re, ol, felsefe û gelek tiştên din jî, lê wan gewriya muzîk û hunerê û bandor û hêza wê di vê derbarê de nizanî bûn, lewra wan ew piştguhî xwe dikirin yan jî girîngî ne didanê.

Herweha FERHA dibêje: piraniya mirovan tênedighiştin ku ew dikarin di riya muzîkê re bi demêre bifirin û bighêjin dera ku karibin xweşiya xwe lê peyda bikin û bidestbixin, da karibin ji xembariya jiyanê dûrkevin. Herhal baweriya FERHA ewe ku tiştek ji bilî muzîkê van daxwaza bi cî nayîne.

FERHA di elboma xwede û di parçeyên muzîka ku pêşkêş kirî de tekeziyê li ser bêrîkirina xweşiyên rojên bûrî dike, da mirov karibe bi erkê jiyana xwe ya rojane rabe û da riyên aştiyê ji xwe û derdora xwe re peyda bike.

Muzîk û aştî 

FERHA amaje bi wê yekê dike ku muzîk razeya hebûnê ye û bê muzîk wate ji hebûnê re tuneye, herweha muzîk çeka herî bihêz e ku dikare aştiyê peyda bike.

FERHA tekez dike ku bi vê baweriya xurt wî parçeyên muzîka vê elbomê çêkirin û afrandina wan di îroroj de wek seyrana di navbera paşeroj û pêşeroj de ye, bê ku tu xewnên giran bibîne lê wî karî bû bivî rengî xweşiyê peyda bike da jiyanek aram bijî.

Hin zanyarî li ser Mihemed FERHA 

Mihemed FERHA yek ji berztirîn danerên muzîkê di nav nifşê nû de ye li Sûriyê, û tevî keda wînî dirêj di danasîna muzîkê ji biçûk û mezinan re dema ew mamostê muzîkê bû, wî ji gelek hunermendan re muzîka stranan dabeş kiriye û bûye alîkarê serkeftina wan.
Hêjayî gotinê ye ku FERHA li Amûdê sala 1979 jidayik bûye, ew li dibîstana muzîkê ya desthilatê li Boxumê kar dike. Mamosteyê muzîkê bû, tûşî fêrkirina alavên muzîkê bû, herweha wek dabeşkar û jenînkar û endezyar jî kar kiri bû. 

FERHA wek birêvebirê beşê muzîkê di ARTA FM de kar kiri bû, herweha wî gelek parçên muzîkê yên kin ji gerek radyo re çêkiri bûn, hevdem ji radyo re wî derhînan û amadekirina programa "ŞANA" kiri bû, tê zanîn ku ev program yekemîn programa zanistiye li ser asta kurdînî ji zarokan re. Herweha FERHA korsa muzîkê ji Pileya serete ji dibîstanên Bakur û Rojhilatî Sûryê re (2014-2015) danî bû.

Jêder: Ramîna Niyûz
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).