Hunermenda Kurd a navdar Rojîn niha li Başûrê Kurdistan li navçeya Laleşê klîpekê tomar dike. Di klîba Rojînê de 500 keç û kurên Kurdên Êzidî beşdar in.

Hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Rojîn niha li navçeya Laleşê mijûlê amadekirina klîpekê ye ku tê de 500 keç û kurên Kurdên Êzidî beşdar in.

Stran ku Rojî amade dike bixwe straneke folklorî û kêfxweşiyê ye û karê dengî li Tirkiyê jê re hatiye kirin.

Rojîn dibêje: “Keçên me birîna me ne, ew birîneke mezin in bo welatê me. Em wê birîna xwe bi hezkirin, bi kêf û şahiyan derman bikin û destê xwe bidin wan. Em dixwazin bi klîpeke bi wate li hundirê Lalişê de çanda Kurdan jî nîşan bidin. Peyama min ev e ku keçek dengê xwe bi muzîkê bilind dikin û dibêjin hûn çi bikin em li ser pêyan in, em hene û em dê hebin.”

Di klîbê de xweşî, dad û nerîtên Kurdên Êzidî nîaşn dide. Feryal Hesen a 17 salî û Fazil Beşar ê 23 salî roka bûk û zava wergirtine û çîroka veguhestina bûkê bi cil û bergên şêwaza berê nîşan didin.

Feryak Hesen a di rola bûkê de dibêje: “Bi rastî em gelek pê kêfxweş bûn ku em edet û kevneşopiyên xwe nîşan didin da ku neyê jibîrkriin. Hewiha em gelek kêfxweş in me cil û bergên Êzidiyan li ber xwe kirine.”

Piştî karesata Şingal sala 2014ê yêkem car e Perestgeha Laleşê hembêza xwe bo şahî û xweşiyê vedike û bi muzik û straneke folklorîk xemên DAIŞê ji bîra xwe dibe.

Dasin Mîr Fauq Beg jî got: “Ev klîb kulutirî ye. Beşeke gelek ji wan ên ji destê DAIŞê rizgar bûne û em dixwazin dilê wan xweş bibe. Me xwest muzikeke ya kêfxweşiyê be û dilê wan jî xweş bike.”

Hunermed Rojîn li bajarê Edenê yê Tirkiyê ji dayîk bûye û xwediyê 9 albûmên muzikê, sê fîlmên sinemayî û ligel 25 karên şanogerî ye.

(www.rudaw.net)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).