Hunermendê Kurd Ciwan HACO,  xemgîniya li ser rûyê wî!  Wêneyê wî wek kesatiyek kurdî resen bala kesî na kişîne wê muzîka rojavayî ku wî ji xwe re hilbijart da bi hostayî wê muzîkê bîne nav muzîka kurdî û paşê bibe xudanê şoreşekê di vê guhertinê de, nemaze ku ev rengê rojavayî rengekî nûye, û HACO yekemîn hunermendê kurd de ku di karî muzîka rojava bêxe nav muzîka kurdî de. Ciwan wek wateya navê xwe û kesatiya xwe ya şêrîn ku herkes dikare jê hesbike seranserî çil salî her tiştên bedew û xweş derbasî nav muzîka kurdî kirin.

Ciwan HACO bû stûna guhertina strana kurdî wî di karî bi jîrbûna xwe staylekî taybet damezrîne ku bengeha wê gotin û stranên kurdî bin û muzîk û ritma wê rojavayî ne wisa dikarî bû muzîka POP û ROK ya Ewropî û Emeîkî  bi amûr û staylên rojavayî derbasî nava stran û muzîka kurdî bike. Herwisa Ciwan HACO cudabûna xwe ji tevahiya hunermendên Kurd daxuya kirin ji ber rengê stranên wî êdî ji rengê stranên kurdî yên berya wî pir cuda bû, bi vî rengî HACO strana kurdî nûjen kir û ew radestî nifşê nû ji ciwanên Kurd kir. 

Kurê bajarê Tirbespiyê yê nêzîkî bajarê Qamişlo- bakur û rojhilatî Sûrî- di roja 17/10/1957an de ji dayik bû. Ew kurê malbateke maldar e xwdî zeviyên gelek li bajarê Mêrdînê bûn. Malbata wî li paş şikestina şoreşa Şêx Se'îdê PÎRAN li bakur sala 1925an koçber bû, şoreşa ku li dijî zor û stemkariya dewleta Tirkî herweha zulma ku wê demê bi destê Kemal ATATURK li dijî kêmnetewan bi kar di hat. 

Girêdan û heskirina HACO bi muzîkê ve li dijî daxwaz û hêviyên bavê wî Haco Axa bûn. Ji ber bavê wî xwedî erd û zeviyên gelek bû, wisa wî ji HACO di xwest ku biçe dibîstanê û fêr bibe da karibe alîkariya bavê xwe bike, lê vê yekê bandor li HACO ne kir tevî ku wê demê kesên perîşan û ne dewlemend bi tenê bûn yên xwe nêzîkî muzîk û strangotinê di kirin lê HACO li dijî xwesteka bavê xwe heskirin û girêdana xwe bi muzîkê ve eşkere kir, û tekez kir ku muzîk armanca jiyana wî ye. Wisa HACO di temenê 14salî de berhema xwe ya pêşî derxist, herweha di temenê 17salî de wî konsêrta xwe ya yekemîn li ser şanoyê û li hemberî cemawerekî mezin pêşkêş kir.

Destpêka gerê

Di sala 1979an de HACO ji zankoyê derçû û berê xwe da Elmanya da muzîkê li zankoya Ror li bajarê Bûxum bi xwîne, li wir hînî muzîka ekadîmîk bû. Bandora sê muzîkjenên Elman li ser HACO berçav bû nemaze têkiliyên wî li gel Odo HIRBST ku 10salan bihevre xebat kirin, herwisa ders, aheng û festîvalên salên 80yî pir alîkarbûn da ku HACO paşê xwe gelekî pêşbêxe. 

Berya van buyeran muzîka HACO di bin bandora muzîka kurdî ya kilasîk de bû, lê şahê Pop û Roka kurdî dikarî bû wê muzîka kurdî têkildarî Pop û Roka Ewropî û Emrîkî bike. Wisa ew bû yekemîn hunermendê Kurd ku vî rengê muzîka nûjen têxe nava muzîka kurdî de, ev muzîka ku ji muzîka kurdî ya foloklor pir cudaye. HACO li pir deran ragihand ku stranên wî (muzîka kurdî ya nûjen e) eşkereye ku ev jidayikbûna stayleke nû ji muzîkê di nav gelê Kurd de. 

Tembûra kurdî

 Dema HACO berê xwe da Nêrwêcê û xwendina muzîkê li wir berdewam kir, qonaxeke nû di jiyana HACO ya hunerî de destpêkê kir. Wî têkildarî bi gelek hunermend û muzîkjenên navnetewî û jêhatî re kir, ji wan, Pawlo VÎNATIŞYA û Ştayin BOLHANSİN û Bûxê FÎLISTOF û Bendîk HOVEST wisa muzîka wî pir balkêş û bi bandor bû. 

HACO bi zîrekî tembûra xwe li gel amûrên rojhilatî bikar anî, wî dev ji tembûra xwe berneda û li gel muzîkjenên biyanî yên bi nav û deng tembûra ku degê wê herdem xemgîn e li gel gîtar saksîfon û hemî amûrên rojhilatî  bi hostayî bikar anî. HACO dev ji tembûra xwe berneda û li hemî ahengên wî ew pêre heval bû.

Tirkî qedexekirin û navdar bûn

Hunermendên Kurd yên navdar wek Şivan PERWER û Ciwan HACO ji bo seredan û strangotinê di ahengan de li welatê Tirkiyê qedexe bûn. Di sala 2004an de guhertinek mezin di jiyana Ciwan HACO de çê bû, wî destûra derbasbûn û beşdariya di ahengekê de wergirt û wê demê ew çû bajarê Batmanê ku piraniya xelkên wê Kurdin û ahengek pir xweş li nav cemawerekî pihtir ji 300hezar kesî li darxist. 

HACO ahenga xwe ya dawî li Îstembolê bi navê (Ji bo evîn û aştiyê ) li darxist

Hola ku aheng lê çê bû tenê ji bo 14hezar kesî hatiye amade kirin lê di ahenga HACO de 25hezar kes li wir amade bûn, wê demê ragihandina Tirkiyê tekez kir ku ev mezintirîn ahenga tekaneye di dîroka Şano û muzîka Tirkiyê de. Li paş van serkeftinan gelek ragihandinên Tirkiyê wek cara yekemîn guhdan li hunermendekî Kurd bi vî rengê han kirin, û HACO li gelek telefizyonan bû mihvan yek ji wan telefizyûna CNN ya Tirkî ku bi zimanê Inglîzî pêre hevdîtinek çê kirin. 

HACO stêrek geş û cudaye di dîroka hunera kurdî ya nûjen de, ew xwedî cemawerekî fereh û mezin e, lewra jî di sala 2005an de dema ku li gel hunermendê navdar Ibrahîm TATLÎSIS ahenga Newrozê di festîvala stranê de li Diyarbekir li dar xistin bihtir ji milyon kesî li wir amade bû hijmara ku kesî bawer nekir ne ragihandinên Tirkiyê nejî yên Kurdî !! bê gelo çima hewqas kes dikarin di ahengek wisa de beşdar bibin?

Têkiliyên wî li gel Hûlya

Hunermenda Tirk ya navdar Hûlya EVŞAR li paş ahenga Batmanê HACO ji bo programek telefizyûnê vexwend û li paş vê hevdîtinê li gel HACO, Hûlya eşkere kir ku wê duyoto bi zimanê kurdî li gel HACO tomar kiriye, û wê demê li gor ragihandinên Tirkiyê EVŞAR soz dabû HACO ku kilîpekê bo vê strana kurdî bi weşîn e, hevdem HACO ji EVŞAR xwesti bû ku vê soza xwe bicî bîne. Wisa kilîpek derket holê ku her yekî ji wan dîmenên kilîpê başqe li welatê xwe tomar kir û paşê berhemekî xweşik derket ser ekranan, kilîp jî bi navê Esmer bû. Tişta balkêş ku ev kilîp rengekî romansî û bi hedan bû ne wek staylê HACO yê rojavayî bû awaza kilîpê jî Kurdî-Tirkî bû. 

Herweha duyemîn karê hevbeş di navbera HACO û EVŞAR de di elbûma Veger 2012 de dubare bû di strana Eman Dilo de, ya ku hunermendê navdar Mihemed ŞÊXO stra bû, hêjayî gotinê ye ku HACO li paş şeş salan ku dûrî hunerê ketî ev elbûm weşand. 

Evîn û azar û biyanî

Wek li destpêkê me anî ziman HACO ji demek dirêj ve dûrî welêt ketiye lê wî her û her êş û azarê Kurdistanê û gelê Kurd bi xwe re di hilgirtin, tevî ew têkildarî çanda rojavayî bû lê herdem dubare di kir ku buyerên li Kurdistan rûdidin nayên jibîrkirin û ev buyer yekser bandorê li jiyana wî diki. Lewra jî herdem ev yek di stranên wî de diyar e, û bi van stranan ew xwe tim girêdayî gel û xaka Kurdistan dibîn e. Kurdistana ku çarparçe bûye di navbera Sûryê, Tirkiyê, Îraq û Îranê de, wisa jî diyar e ku HACO di stranekê de behsa 5000 gundên ruxandî dike herweha di strana xwe de dibêje ku zimanê kurdî jî hatiye qedexe kirin. 

Stranên HACO tim li ser biyaniyê bûn û ev yek rewa ye ji ber dûrketina wî ji welêt. Hevdem wî tim li ser şoreş û xebata gelan stran gotin e, û ev yek di sernavên elbûmên wî de diyar e, û navdartirîn strana HACO gotî (Bêla çaw)e strana Îtalî ya li dijî Naziyan, ku di şerê cîhanî yê duwem de belav bû, û bi gelek zimanan hate gotin HACO jî bi zimanê xwe yê kurdî got. 

Ciwan HACO li paş ku hevjîna xwe ya Ayslendî Îyona anî xwe ne çar dît ku rengekî nû di stranên xwe de aferîne, wisa wî stran li ser xweşbûna jiyanê, evîn û şhiyan tomar kirin. Li ser vê guherînê HACO dibêje ku Kurd pêwîst e xwe ji kokê ve bi guherin, ji ber dema berê me xwe ji şer û cengê re amade dikir li nuha pêwîst e, Kurd ji çandê mifa bikin û muzîk, stran, şano û fîlmên baş pêşkêş bikin, HACO berdewam dibêje Kurd jî dikarin li ser evîn û sêksê jî bi axivin ne tenê li ser siyasetê. 

"Dilber" xuh û leşkera ne xuya

Eger wisa be li hemberî hewqas berhem û navdarbûna bêhempa pirsa xwe tîne ziman gelo awazên HACO bi giştî rojavayî ne, lê wî gotinên stranên xwe ji kû danehev? HACO gotinên gelek helbestvanên Kurd yên navdar gotin e, wek Cegerxwîn, Qedrî CAN herweha ji nivîskar û romanivîsê kurd Mihemed OZON yê ku jiyana xwe ji 1977an ta 2005an  li welatê Siwêd dumand, stran gotin, Yek ji wan stranan ku elbûma xwe pê bi nav kir bû (Destana Egîdekî) sala 1998an. 

Lê zelale ku berhemên (Dilber) xuha Ciwan HACO ku bi temenê xwe jê mezintir e, xaleke cuda û balkêş di hunera wî de diyar dike! Ji ber navdartirîn stranên HACO ji gotinên Dilber in, wek: (Gul gula min, Yara derew, Dûrî dûrî...)

Ta bi giştî berhemên "Dilber" bibin bihtir ji 50 stranî. 

Ciwan HACO xwedî sê zarok e, ew tev li Siwêd dijîn, malbatek bi xweşî û aramî jiyana xwe derbas dikin. Ciwan bi gelek zimanan di axiv e wek Inglîzî, Siwêdî, Ayslendî, Elmanî, li gel Kurdî û Erebî. Yekemîn elboma wî di sala 1970yî de bi navê (Emîna..Emîna) hat weşandin.

Werger: Lawîn Şêxo

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).